Şeşemîn konferansa Dîdara YNK li Helebce dest pê kir
Kurdistan 11:50 AM - 2025-03-13
PUKMEDIA
Dîdara YNK
Şeşemîn konferansa amadekariyê ya duyemîn Dîdara Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê îro Pêncşemê li parêzgeha Helebce dest pê kir.
Di destpêka konferansê de endama Encûmenê Serkirdayetiya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Heme Seîd gotarek pêşkêş kir û got: Di
konferansê de li ser pêkhateya rêxistinî û siyaseta paşerojê ya Yekîtiya
Niştimanî, peywendiyên wê li herêmê, rola jin û ciwanan di nava refên YNK û
gelek mijarên din ên girîng tên gotûbêjkirin.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî dê hemû sozên ku dane welatiyan
cîbicî bike û emê berdewam bin ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê.
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê giringiyeke mezin
dide herêma Şarezûr, ku bûye dergûşa têkoşîn, qurbanîdanê, Duyemîn Dîdara
Yekîtiya Niştimanî ji bo pêşxistina xebatên rêxistinî û hizbî ji bo rûbirûbûna
guhertinên nû pir girîng e.
Piştre Berpirsê Navenda Rêxistina Şarezûr a YNK’ê Omer Hecî
Ehmed gotarek pêşkêş kir û tê de got: YNK bi berdewamî ji bo nûkirin û
pêşxistina karê hizbî pêdaçûn li nêrîn û pêşniyarên hemû hevalan dike û
amadekirina projeyek berfireh ji bo xebata paşerojê ya YNK’ê dike.
Got jî: Dîdara yekem girîng bû û destkeftên girîng bi dest
xist û YNK ji qonaxekê derbasî qonaxeke din kir, dixwaze hikûmeteke bihêz
pêkbîne ku di asta kêşeyên ku li pêşiya Herêma Kurdistanê de be, hikûmeteke bi
ortaqiya rasteqîne ku ti aliyekî paşguh naxe, daxwaz ji hemû hevalan dikin ku
nêrîn û pêşniyarên xwe li ser hemû mijarên Herêma Kurdistanê û navçeyê diyar
bikin.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ji destpêka damezrandina xwe ve
heta niha kariye gelek qonax û kêşeyên dijwar ku rûbirûyê wê bûne, derbas bike
û qurbaniyên mezin da ku gelê me ji bindestî û bêdadiyê rizgar bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

