Talebanî: Divê Çîn di warên cuda de alîkariya pêşketina herêmê bike

Kurdistan 05:48 PM - 2025-03-12
Cîgirê Serokwezîr û Konsulê Giştî yê Çînê Daxuyaniya Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr û Konsulê Giştî yê Çînê

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jiun kir û di wê hevdîtinê de çawaniya pêşxistina peywendiyan û çendîn mijarên balkêş hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de ku roja Çarşemê (12.3.2025) li Hewlêrê hat lidarxistin, rewşa Sûriyê û rêkeftina dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûriyê de hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî rêkeftina han weke pêngaveke girîng bo aramî û dabîn kirina mafên Kurd û pêkhateyên din li Sûriyayê nirxand û hêvî xwest ku ev rêkeftin bibe destpêkek bo aliyên Sûriyayê bo çareser kirina pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û têgihiştinê.

Di beşeke din ya vê hevdîtinê de, proseya geşepêdanê bi taybetî pêşkeftina navçeyê li Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin. Cîgirê serokwezîr eşkere kir ku armanca wan ew e ku hemû bajar û navçeyên Kurdistanê bi awayekî hevseng di warên curbicur de pêş bixin û daxwaz ji Çînê kir ku di vî warî de xwedî ezmûneke dewlemend û serkeftî ye, alîkariya herêmê bike.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Çînê amaje bi pêşxistina şiyanên Herêma Kurdistanê kir û got ku zêdetir ji 500 welatiyên Herêma Kurdistanê ji bernameya pêşxistina şiyanan sûd wergirtine û di pêşerojê de jî dê korsên rahênanê berdewam bin.

Di vê derbarê de Qubad Talebanî spasiya hikûmeta Çînê û Konsulê giştî yê wî welatî kir û got: Berdewamiya bernameya pêşxistina kapasîteyan bandoreke erênî li bihêztir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de dike.

Di mijareke din de behsa çawaniya baştir birêvebirina çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê hate kirin û di vê çarçoveyê de karekî hevbeş û veguhestina ezmûna Çînê bo Kurdistanê pêwîst hate dîtin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket