Berdereş û Akrî li Badînan bûne deriyê serhildanê
Kurdistan 09:34 AM - 2025-03-12
PUKMEDIA
Serhildana gelê Kurdistanê
Îro Çarşemî 12ê Adarê salroja azadkirina bajarokên Berdereş
û Akriyê û devera Badînan ji dest rêjîma Beis di sala 1991an de ye û gel di
heyameke kurt de karîn hemû sazî û dezgehên hikûmetê azad bikin û rêjîmê ji wan
derbixin.
Rizgarkirina van deveran bûye fakterek girîng û handanek
bihêz ji bo girseya gel ji bo berdewamiya meşa xwe ya azadkirina hemû navçeyên
Kurdistanê ji bin destê rêjîma berê.
Çirûska serhildanê di 5’ê Adara 1991’an de li bajarê Ranye
ku ji wê demê ve weke “Deriyê Serhildanê” tê binavkirin, dest pê kir, bajar û
hemû deverên derdora wê hatin rizgarkirin, û serhildan berfereh bû û gihîşt
Silêmaniyê di 7ê Adarê de, ku xelkê wê karîbûn dest deynin ser hemû sazî û
dezgehên hikûmetê, piştî ku hêzên ewlehiy reviyan.
Di 9ê Adarê de, Koye, Şeqlawa û Kifrî hatin rizgarkirin, di
10ê Adarê de deverên din ên nêzîkî Hewlêrê ji wan havîngeha Selahedîn, Teq Teq,
Rewanduz, Herîr, Hacî Omran, Mêrgasor û gelek deverên din ên parêzgeha Hewlêrê
hatin rizgarkirin.
Di 12’ê Adarê de navçeyên Celewla, Mexmûr, Aqra, Xaneqîn û
Şêxan hatin rizgarkirin.
Roja din navçeya
Zaxoyê hat rizgarkirin û piştî wê jî di 14ê Adara 1991ê de bajarê Dihokê hat
rizgarkirin û bi hatina cejna neteweyî ya Newrozê di 21ê Adara 1991ê de
serhildan bi azadkirina bajarê Kerkûkê bidawî hat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

