Xaneqîn ji rêjîma Be`is hat paqijkirin
Kurdistan 11:16 AM - 2025-03-11
Arşîv
Yekîneyên Partîzanî yên Germiyanê û hêzên (SRK) ji Kelarê ji bo rizgarkirina Xaneqînê li hev kirin.
Yekîriya Nîştimaniya Kurdistan`ê bi bernameyek hûr kar ji bo
encamdana serhildanê li bajarê Xaneqîn`ê kir, Hêzên Pêşmerge û bi riya Artêşa
Rizgariya Kurdistan`ê li bajaran
amadekariyên baş kirin,karwana
rizgarkirina Xaneqîn`ê bi fermandeya Elî Şamar hat pêkanîn û di demeke kêm de
dikarîn bajêr ji dest rêjîmê rizgar bikin.
Mamosta Soran ku pêşmergeyê bê navber, li ser serhildana Xaneqîn`ê û
avakirina karwanê rizgarkirina Xaneqînê got:Me
wek Pêşmergeyên bê navber karwanê rizgarkirina Xaneqîn`ê pêk anî, ku ji van
hevalan pêk dihat: Elî Şamar wek fermandar, Mamosta Soran, Hesen Cîhad, Îbrahîm
Midhet, Selah Cûma, Yûsif Ezîz, Kerîm Rehman, Sebah Mewlûd, Kerîm Esker, Heqî
Mihemed, Ednan Qadir, Husên Qasim û Barzan Çawşîn.
Di demek kurt de Hêzên Be`is hatin têkşikandin
Her weha aşkere kir
ku, roja 07/03/1991 an li gundê Teperaş ya ser bi sînor û başûrê Bemo bi
karwanê Derbendîxan, Kelar, Kifri û Dûz bi fermandariya Ferîdûn Ebdulqadir û
Şêx Cefer em derketin rê û piştî em gihîtin Bawenûr hêzên dijmin reviyan,û roja
din em gihiştin Kalar`ê û hat rizgarkirin, roja din hêzên me êrîşî Kifrî û Dûz
kirin û hêzên me piştî nîvro di 10/03/1991 an de ber bi Xaneqîn`ê ve derketin
rê û hêzên dijmin li Salih Axa
têkşikand û ew reviyan, piştî nîvro 11/03/1991an me êrîşî Xaneqîn`ê kir û hêzên
dijmin şikestin û di demeke kin de reviyan.
Pêşmerge û gel bi hevre cejna azadkirina bajêr pîroz kirin
Hesen Cîhad Emîn ku yek ji endamên karwanê rizgarkirina
Xaneqîn`ê bû ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Xaneqînê, Pêşmerge û xelkê
bajêr bi hevre karnavala azadkirina bajêr bi şahî vekirin, di nava çend demjimêran
de hemû polîtîkayên ku ji bo rejîma berê ya Be`is dihatin plankirin hatin hilweşandin
û bûn bi lbilqê li ser avê, Elî Şemar û hejmareke hindik pêşmergeyên bê westan yên
bajar, Kelar, Derbendîxan û quntara Bemo karîn xwe bigihînin bajêr.
Bajar dîsa ket destê Be`is
Bi sedema hêrişa hovane ya Be`is rizgarkirina
Xaneqîn`ê gelekî dirêj kir û di wê derbarê de Mamosta Soran dibêje: Di
roja duyemîn de hêzên dijmin bi piştgiriya helîkopter, top, rêjîm û mûşekên
mezin ji gelek aliyan ve êrîşî Xaneqîn`ê kirin û bi awayekî hovane bajar
topbaran kirin û di encamê de bi dehan kes kuştin.
Derbarê berevaniya Pêşmerge li bajêr amaje bi wê yekê dike
ku, me karî heta demjimêr 4`ê êvarî bajêr biparêzin, lê ji ber hêza newekhev di
navbera hêzên me û dijmin de, topbaran û ziyanên canî hatin ragihandin, em
neçar man ji bajêr derkevin û ber bi gundê Miyexasê ve vekişin ji ber kêmbûna
sivîl û cebilxane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

