Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava 100 rojan de mûçeyek wergirtiye
Kurdistan 03:49 PM - 2025-03-10
PUKMEDIA
Diravên Iraqî
Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 35 roj in mûçeyên xwe nedaye.“Dereng şandina lîsteya mûçeyan û neşandina dahata navxweyî sedemên sereke yên paşxistina şandina mûçeyan ji Bexdayê ne.
Mûçeyên mehên (11, 12, 1, 2, 3) tenê mûçeyên mehên 11 û 1ê hatine dayîn û di nava pênc mehan de mûçeyên sê mehan jî nehatine dayîn.
Endama Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Sirwa Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand:“Tevî ku di civînên Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî mûçe gavên baş avêtine, lê hewlên ji bo bidawîkirina şandina mûçeyan berdewam in, her çend derengmayîn berdewam dike, lê serokwezîrê Iraqê di vê hefteyê de ji min re got wê bidin.’’
Her wiha got: ‘’Ev 2 roj in şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Komîteya Darayî ya Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ji bo mûçeyên meha Sibatê derketine dicive lê heta niha Wezîrê Darayî yê Iraqê razî nebûye mûçe bişîne.’’
Li gorî nûçeya PUKMEDIA’yê, Wezîrê Darayî yê Iraqê Taîf Samî di civîna ligel şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê de got;Di 5 mehên borî de tenê du mûçe hatine dayîn’’
Hin parlamenterên kurd di Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de, sedema paşxistina dayîna mûçeyan bi dereng şandina lîsteya mûçe, nebûna tautîne û pabendnebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi radestkirina dahatên navxweyî û yên neftê ve girê didin.’’
Di vê navberê de, parlamenter Sirwa Mihemed wiha dibêje: “Hinardina petrolê dê bandorê li çareseriya pirsgirêka mûçe û daxwazên ku li herêmê ji bo şandina dahata neftê û neneftê tên kirin, bike.’’
Dadgeha Federalî biryar da ku karmendên Herêma Kurdistana Iraqê bi mûçe li yek ji bankayên dewletê bên hesabkirin. Li gor zanyariyên PUKMEDIAyê, Wezîrê Darayî yê Iraqê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku mûçeyên meha Sibatê bişîne û ji ber wê jî pirsgirêk ji bo şandina mûçeyan çêbûye.’’
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber cejna Remezanê zêdetirî 35 rojan mûçe nedaye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 5ê Sibata 2025an de dest bi parvekirina mûçeyên meha Qanûnê kir û di nava 4 rojan de mûçeyên hemû wezaretan parve kir. Mûçeyê meha Sibatê nehatiye parve kir, lewma tenê mûçeyek 100 rojî hatiye parve kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

