Li Encûmena Nûneran îmze ji bo bi parêzgehbûna Helebce tên komkirin
news 10:49 AM - 2025-03-09
PUKMEDIA
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Heme Şerîf
Hewldanên Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê ji bo yasakirina qanûna bi parêzgehbûna parêzgeha
Helebce li encumena nûneran berdewam in, piştî bidawîhatina hemû rêkarên
yasayî, nûnerekî îmzeya nûneran ji bo yasakirina qanûnê bi nêzîkbûna salvegera
bombebarankirina bajarê bi çekên kîmyayî kom kir.
Tenê dengdan mayeNûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Heme Şerîf ji PUKMEDIA re ragihand: Hewldanên Yekîtî ji bo yasaya parêzgehkirina Helebce berdewam in.
Her weha got jî: Me razîbûn û piştevaniya piraniya fireksiyonên parlemanî ji bo dengdana li ser proje yasayê wergirtiye, û em berdewam in li ser hewlên xwe heta ku yasa di civata nûneran de were yasakirin, destnîşan jî kir ku parêzgeha Helebce hemû rêkarên yasayî û îdarî temam kirine, û tenê maye dengdana li ser bidin.
Wê amaje bi wê yekê jî kir: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê berî salvegera êrîşa kîmyayî ya 16/3/1988ê hewl dide deng li ser proje yasaya parêzgehkirina Helebce bide
Kampîna komkirina îmzeyanParlamenter Çiro Hema Şerîf dibêje: Me di destpêka îsal de dest bi kampîna komkirina îmzeya parlamenteran kir da ku projeyasaya bi parêzgehbûna parêzgeha Helebce bikeve rojeva civînên parlamentoyê û me karî îmzaya zêdetir ji 100 parlamenteran kom bikin.
Got jî: Me li gel serokê civata nûneran jî civîn pêk anîn û piraniya nûneran piştevaniya xwe ji bo pesendkirina proje yasaya bi parêzgehbûna parêzgeha Helebce piştrast kirin û emê di demek nêzîk de li ser hewlên xwe berdewam bin ji bo yasayîkirina vê yasayê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

