YNKê: Di vê hefteyê de mûçeyên Herêma Kurdistanê tên şandin
Kurdistan 05:34 PM - 2025-03-08
PUKMEDIA
Sirwa Mihemed
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî tekez kir, ku mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Herêma Kurdistanê dê di heftiya niha de were dabînkirin.
Di vê derbarê de Parlementera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya Parlementoya Îraqê Sirwa Mihemed di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Em îro şemiyê 3/8/2025 wek Komîteya Jin, Malbat û Zarokan li parlementoyê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî re bi boneya roja cîhanî ya jinan civiyan.
Sirwa Mihemed got jî: ‘’Di hevdîtinê de min ji serokwezîr pirsiyar li ser roja şandina mûçeyên meha Reşemê bo karmendên herêmê kir û cenabê wî jî bersiva wî da ku dê di heyama heftiya niha de mûçe bên dabînkirin.’’
Roja 26.02.2025ê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêmê ragihand ku lîsteya mûçeyê meha Sibatê bi rêya tîmeke teknîkî ya wezaretê ji Bexdayê re şandiye û radestî Wezareta Darayî ya federal bike.
Zêdetirî mehekê ye ku karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên meha Çileya îsal a sala 2025ê werdigirtine, ji ber ku piştî nêzîkî 70 rojan tenê mûçeyek werdigirin û li benda wergirtina mûçeyê meha Sibatê ne.
Roja 2/3/2025, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li gel hikûmeta federal rêkeftina dawî ji bo çareserkirina pirsa mûçeyê fermanberên herêmê bo sala 2025an hatiye kirin.
Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand: "Piştî 15 rojan berdewamiya kar di navbera şandên teknîkî yên Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya li hikûmeta federalî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî, cîbicîkirina daxwazan û amadekirina tabloyên lîsteya mûçeyên karmend, xanenişîn, leşker û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê, rêkeftina dawî li ser mûçeyên 2025 saliya karmendan hat kirin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

