Fraksiyona YNKê: Xebatên me yên ji bo bi parêzgehbûna Helebce berdewam in
Kurdistan 12:24 PM - 2025-03-07
PUKMEDIA
Helebce
Hewldanên
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo yasakirina qanûna parêzgehkirina Helebce
li Encumena Nûneran, piştî temamkirina hemû rêkarên yasayî, bi nêzîkbûna
salvegera bombebarankirina bajêr bi çekên kîmyayî berdewam in.
Em li ser yasakirina qanûnê dixebitinNûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Dr.Bryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Em di fireksiyona YNK de bi hemû hêza xwe kar dikin ku projeyasaya parêzgehkirina Helebce bikeve nav karnameya civînên parlamentoyê.
Got jî: Bi nêzîkbûna salvegera êrîşa kîmyayî ya Helebceyê, emê bi hevkarîya li gel fireksiyonên parlemanî hewl bidin proje yasaya parêzgehbûna Helebceyê yasa bikin.
Tiştê ku maye dengdaneNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Heme Şerîf ji PUKMEDIA re ragihand: Hewldanên Yekîtî ji bo yasaya parêzgehkirina Helebce berdewam in.
Her weha got jî: Me razîbûn û piştevaniya piraniya fireksiyonên parlemanî ji bo dengdana li ser proje yasayê wergirtiye, û em berdewam in li ser hewlên xwe heta ku yasa di civata nûneran de were yasakirin, destnîşan jî kir ku parêzgeha Helebce hemû rêkarên yasayî û îdarî temam kirine, û tenê maye dengdana li ser bidin.
Wê amaje bi wê yekê jî kir: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê berî salvegera êrîşa kîmyayî ya 16/3/1988ê hewl dide deng li ser proje yasaya parêzgehkirina Helebce bide
Reşnivîsa Proje yasaya parêzgehkirina HelebceLi ser bingeha bendê (61) ya destûra Komara Êraqê, Encûmena Nûnerên Êraqê biryar da ku van yasayan derbixe:
Yasaya bi parêzgehbûna Helebce li Komara Êraqê
Madeya Yekem:
Li Herêma Kurdistana Êraqê parêzgehek bi navê parêzgeha Helebce bibe parêzgeha 19 a Komara Êraqê û navenda wê jî li navçeya Helebce be.
Madeya Duyem:
Civata Wezîrên Herêma Kurdistana Êraqê sînor û yekeyên îdarî yên parêzgehê destnîşan dike.
Madeya sêyem:
Desthilatdarên pêwendîdar divê bendên vê qanûnê bi cih bînin.
Madeya çarem:
Ev qanûn ji roja ku di Rojnameya Fermî de (Rojnameya Êraqî) hat weşandin, tê cîbecîkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

