Bi hewla YNK`ê Salroja Kîmyabaranê li Êraq`ê dibe bêhnvedan
Kurdistan 03:31 PM - 2025-03-06
PUKMEDIA
Monomênta Helebce, Parlemana Êraq û logoya YNK`ê
Li ser daxwaza Fraksyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê
(YNK) , Civata Nûnerên Êraq`ê biryar da ku roja 16ê Adar ya hemû salekê wek bêhnvedaneke
fermî bê nasandin,ku îsal ji bo yekemîn car e li ser asta Êraq`ê salroja Kîmyabarana
Helebce weku bêhnvedan tê kirin.
Xerîb Ehmed Cîgirê Seroka Komîteya Ewqaf û Eîşran
ya Parlemana Êraq`ê ji Fraksyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ji malpera fermî
yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (PUKMEDIA) re ragihand ku,piştî hewldanên
me û Fraksyona YNK`ê li Parlemana Êraq`ê biryar hate dayîn ku, roja (16-03-2025)an
ku salroja Kîmyabarana Helebce ye li seranserî Êraq`ê bûye bêhnvedaneke fermî.
Xerîb Ehmed got: Ev destkefta mezin bi hewldanên
me bû wek fraksyona YNK`ê ku me nivîsek me pêşkêş kiriye wek Cîgirê Serokê Komîteya
Ewqaf`ê, bi hijmare (147) ya roja (22-05-2024) an ku me arasteya Serokê Parlemanê
kiriye, ku me di nivîsê de daxwaz kiriye ku bi fermî li seranserî Êraq`ê ,
Civata Nûnerên Êraq`ê bi piraniya dengan roja 13-Adar`ê wek bêhnvedana fermî li
hemû Êraq`ê nasand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

