Kosret Resûl banga yekîtî û berdewamiya têkoşînê ji bo bidestxistina daxwazên gel dike
Kurdistan 04:04 PM - 2025-03-05
PUKMEDIA
Kosret Resûl Elî
Kosret Resûl Elî bi boneya salvegera serhildana gelê Kurd peyamek weşand û banga yekîtî û berdewamkirina têkoşînê ji bo bidestxistina azadiyê kir.
Bi helkefta salvegera serhildanê û rizgarkirina Kurdistanê ji bin destê rejîma dagîrker a Beisê, pîrozbahiyê li malbatên şehîdên xwe yên rewa, Pêşmergeyên qehreman, girtiyên siyasî, enfalkiriyan, rêxistinên nehênî, şaneyên çekdar û hemû zarokên Kurdistanê dikim û hêvîdar im ku em hemû li ser tekoşîna xwe ya ji bo parastina gelê Kurdistanê berdewam bin.
Roja ku serhildana gelê Kurdistanê ji dergehê serhildanê Raniyê hat destpêkirin û nûçeya serkeftina wê li seranserê Kurdistanê bi serperiştiya û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, yekrêzî û yekdengiya hêzên Kurdistanî di çarçoveya eniya Kurdistanê de, û bi beşdariya rasterast a girseyên serhildanê, ku di demeke kin de bû sedema bidawîhatina desthilata rejîma Saddam, li Kurdistanê û gelê Kurdistanê bo cara yekem karibû hewaya azadiyê bêhn bike.
Îro ku em vê cejna dîrokî ya mezin bi bîr tînin, Kurdistan û herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û hêzên siyasî erkdar in ku ji nakokiyan derbas bibin, ji bo bidestxistina daxwaz û hêviyên gelê me bibin yek û bi berpirsyarî li hember xwîna şehîdan û têkoşîna têkoşeran tevbigerin. Divê em helwest û biryara xwe bikin yek ji bo bidestxistina armancên negihaştî yên gelê xwe û dabînkirina jiyaneke bi rûmet.
Careke din bi vê minasebetê pîrozbahiyê li tevahiya gelê Kurdistanê dikim û bi rêz û hurmet li hember wan şehîdên ku xwîna xwe di rêya xak û gel de feda kirine, ditewînin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

