Qubad Talebanî: Bi rastkirina rêbaza hikûmetê em nêzîkî cîbicîkirina armancên serhildanê dibin.

Kurdistan 10:45 AM - 2025-03-05
Peykerê Pêşmerge PUKMEDIA

Peykerê Pêşmerge

Serhildan

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya 34emîn salvegera serhildana gelê Kurdistanê ya sala 1991ê peyamek belav kir û ev nivîsa peyamê ye:

Bi hemû rêz û hurmetê em serhildana mezin a gelê xwe bi bîr tînin
Serhildan ji aliyekî ve berhema tekoşîn û qurbanîdana bi dehan salan a gelê Kurdistanê bû û ji aliyê din ve jî berhema yekîtî û yekrêziya hemwelatî û aliyên siyasî yên Kurdistanê di wê demê de bû.

Bicîhanîna mafên gelê Kurdistanê, azadî û dadperweriyê ji armancên sereke yên serhildanê bûn. Raste ji ber kêmasiyên di proseya desthilatdariyê de û hin sedemên din me nekarî hin ji armancên serhildanê wek wê bi cih bînin, lê di qonaxa niha de û ya ku em pê bawer in û wek erkên xwe dihesibînin ewe ku em bi serastkirina rêbaza hikûmetê û bihêzkirina amancên bi hêz û bibandor ên hikûmetê, em dikarin pêngaveke din a bihêztir ji bo pêkanîna hikûmetê bavêjin.
Îsal ku em salvegera serhildanê bi bîr tînin, çirûskeke hêviyê û geşbîniyê li ser aştî û yekkirina mafên gelê Kurd li Tirkiyê heye, em hêvîdar in ku proseya aştiyê vê carê bi ser bikeve û gelê Kurd li Tirkiyê bigihe mafên xwe.
Di vê salvegerê de em bejna xwe li ber giyanê şehîdên serhildanê û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza gelê xwe ditewînin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket