Serok Bafil: YNK wek endezyarê serhildanê dê parastina mafên gelê me bike

Kurdistan 06:43 PM - 2025-03-04
Peyama Serokê YNKê PUKMEDIA

Peyama Serokê YNKê

YNK Şehîdên YNKê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 34. salvegera serhildana gelê Kurd peyamek belav kir û ragihanf:“YNK’ê weke endezyarê serhildanê, weke berê dê li hember fedekarî, xwîna şehîdan û berpirsyariya netewî li ser parastina mafên gelê me berdewam be.’’

Teksta peyama Serok Bafil

Bi helkefta 34 saliya serhildana mezin a gelê Kurd, ji dil û can pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan, Pêşmergeyên dêrîn, têkoşerên têkoşîna Kurdistanê û şoreşa nû dikim.

Serhildana ku ji Ranyaya serbilind destpêkir, xwedîderketina wê vedigere Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, lehengiya rêxistin, şaneyên çekdar û gerîlayên şoreşa nû û piştre jî yekîtiya hêzên Kurdî li eniya Kurdistanê.

Îro piştî derbasbûna zêdetir ji sê dehsalan, erkê me hemûyan e ku em hemû hewlên xwe bikin yek ji bo bihêzkirina ruhê biratî û pêkvejiyanê û avakirina baweriyê daku em bikarin hikûmeteke bihêz û dadperwer pêk bînin.

YNK wek endezyarê serhildanê dê li hember qurbanîdan, xwîna şehîdan û berpirsiyariya niştimanî berevaniyê li mafên gelê me bike û jiyana gelê me yê ezîz baştir bike.

Silav  li ruhê  şehîdên serhildanê û hemû şehîdên rêya rizgariya gelê me.

Bafil Celal Talabanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket