Şandina mûçeyên Sibatê pirsgirêka mûçeyê karmendan bi dawî dike
Kurdistan 05:51 PM - 2025-03-03
PUKMEDIA
50.000 Dînarê Iraqî
Tê çaverêkirin ku Wezareta Darayî ya Federalî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê di nava hefteyekê de bişîne. Parlamenter Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Civata Nûneran dibêje: “Em çaverê dikin ku mûçeyên vê heftiyê bên şandin, ji ber ku proseya pişkinînê dem girtiye û ew pakêta yekem a piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ye.
Endamê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Karwan Yarwais ji PUKMEDIA re ragihand: “Sedema paşxistina şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê, ji ber proseya pişkinînê ye ku piştî rêkeftina Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal pêk tê.”
Got jî: eger kar li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya derbarê mûçeyan de bimeşe, pirsa paşxistina mûçeyan bo mehên bê dûbare nabe.’’
Pêştir Wezareta Darayî û Aborî di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Roja Çarşemê (26.02.2025) bi rêya tîma teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî, lîsteya mûçeyê meha Şibatê ya karmendan li Herêma Kurdistanê hat belavkirin.
Tevî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di çar rojan de mûçeyên meha Çileyê parve kiriye, lê karmendên mûçegir li benda mûçeyên meha Sibatê ne û heta niha çarenivîsa parvekirina mûçeyên meha Kanûna sala borî ne diyar e.
Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo parvekirina mûçeyên meha Çileyê 958 milyar û 12 milyon û 332 hezar û 759 dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandiye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

