Talebanî: Divê Herêma Kurdistanê û Japonya pêwendiyên xwe zêdetir pêşbixin
Kurdistan 06:28 PM - 2025-02-26
Nivîsgeha Ragihandinê ya Qubad Talebanî
Talebanî û Balyozê nû yê Japonê li Iraqê Akira Indo
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Akira Indo Balyozê nû yê Japonê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de çawaniya pêşxistina peywendiyên di navbera Japonya û Herêma Kurdistanê û çendîn mijarên din ên balkêş hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de ku roja Çarşemê (26.2.2025) bi amadebûna Arakawa Mikihiro Konsulê Giştî yê Japonê li Herêma Kurdistanê birêve çû, Qubad Talebanî pîrozbahî li Balyozê nû yê Japonê kir û hêvî xwest ku di dema erkê wî li Iraqê de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Japonê zêdetir pêşde biçin. Bi minasebeta bidawîhatina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê xatir ji Konsulê Giştî yê Japonê xwest û hêviya serkeftinê di erkê xwe yê pêşerojê de jê re xwest.
Cîgirê serokwezîr spasiya hemû alîkariyên hikûmeta Japonê bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî jî di warê cîbicîkirina projeya ava Helebceyê, alîkariya mûzexaneya Silêmaniyê û vegerandina hin berhemên dîrokî bo mûzexaneya Silêmaniyê.
Di hevdîtinê de her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonê di warên cuda de kirin û di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî daxwaz ji hikûmeta Japonê kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike ji bo pêşxistina şarezayên ciwanan di warên teknolojî û kargêrî de.
PUKMEDIA
Gubad Talebanî û Balyozê nû yê Japonê li Ira
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

