Serok Bafil: Têkiliyên xwe bi Komara Çînê re xurt bikin

Kurdistan 08:26 PM - 2025-02-24
Serok Bafil pêşwaziya Konsulê Çînê Liu Jeon dike Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serok Bafil pêşwaziya Konsulê Çînê Liu Jeon dike

Pêyiwendiyên Dîplomasî Çîn û Êraq

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Liu Jeon Konsulê Çînê li Herêma Kurdistana Iraqê kir.

Di hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina asoya hevkariyên di navbera her du aliyan de di hemû waran de ji bo bihêzkirina zêdetir a Herêma Kurdistanê hate kirin.

Di hevdîtinê de Serok Bafil pêzanînên xwe ji bo rola girîng a Komarê Çînê û  Konsulxaneya wan  li Herêma Kurdistanê anî ziman ku  hertim hemahengî û piştgiriya  bihêzkirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê kiriye û hêvî xwest ku ev peywendiyên han pêşde bibin û mercên guncawtir ji bo kompani û sermayedarên Çînî dabîn bikin ku bi awayekî bi bandor li Herêma Kurdistanê beşdar bibindi warê Aborî û çandî de bi awayekî ku xizmeta xelkê herdu aliyan û berjewendiyên giştî bike.

Her wiha Serok Bafil  dupat kir ku YNK dixwaze peywendiyên demdirêj di navbera Çîn û YNKê de, bi taybetî di warên dîplomasî, aborî û çandî de, bi awayekî ku xizmeta gelên her du aliyan û berjewendiyên giştî bike, xurt bike û pêş bixe.

Di hevdîtinê de dawîn pêşhatên siyasî û ewlekarî yên deverê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket