Saadî Pîra: Civînên YNK û PDKê erênî ne

Kurdistan 06:14 PM - 2025-02-24
Saadî Ehmed Pîre PUKMEDIA

Saadî Ehmed Pîre

YNK û PDKê Hikumeta Herema Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  û Partiya Demokratên Kurdistanê ji bo pêkanîna hikûmeta dahatî gavên baş avêtine û ragihand: "Em herdu jî hewl didin ku baweriya di navbera xwe de vegerînin.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji medyayê re ragihand: “Ji ber desthilatdariyê di navbera YNK û PDK’ê de bêbawerî hebû, lê niha ji bo vegerandina wê baweriyê hewl tê dayîn.’’

Wî zêde kir:“Civîna roja pêncşemê ya şanda bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gelek erênî bû û her du aliyan ji bo nêzîkbûna hevdû gavên baş avêtine.

Berdevk wiha jî got: "Hîn mijarên girîng hene ku ji bo çareser kirina wan ji bo her du serkirdeyên YNK û PDKê bên vegerandin û bi giştî jî biryar hatiye dayîn pabendî rêkeftinên di navbera me de bin."

Pêr  şemiyê 22.02.2025, her du şandên danûstandinan ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê civînek erênî li dar xistin.
Gotûbêjkirina raporta komîteya hevbeş a her du aliyan, ku têde; Nêrîn û gavên siyasî û îdarî yên girêdayî avakirina kabîneya dehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên din û her wiha di raportê de têbîniyên şandên danûstandinkar ên her du aliyan hatin pêşkêşkirin û mekanîzmayên guncaw ji bo çawaniya rêkxistin û lihevkirina li ser hemû mijaran hatin gotûbêjkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket