Serok Bafil: YNK di dûrxistina jiyana xelkê ji nekokiyan de serketî bû
Kurdistan 01:44 PM - 2025-02-24
Nivîsgeha rojnamevanî yê serokê YNK
Serok Bafila Talebanî û serokkomar D.Latîf Reşîd
Bafil Celal Talebanî serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
li Debaşan pêşwazî li D.Ebdullatîf Cemal Reşîd serok komarê Êraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya welat hate nirxandin û tekezî
li ser wê yekê hat kirin ku ji bo derbaskirina pirsgirêkan û bilindkirina asta
xizmetguzariyê ji bo welatiyan, diyaloga avaker di navbera hemû aliyan de
berdewam be.
Di derbarê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê
de, her du alî baldariya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gorî prensîbên
destûrî û têgihîştina hevbeş nîşan dan, di vê derbarê de Serok Bafil Celal
Talebanî rol û hewlên cenabê Serok Komar ji bo komkirina aliyên cuda û
gihandina çareseriyeke niştimanî ku xizmeta aramiya welat bike bilind nirxand û
got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû hêza xwe hewl dide rewşa jiyana
welatiyên Herêmê baştir bike û wan ji nekokiyên siyasî dûr bixe û ya baş ewe ku
em di vê xebatê de serkeftî bûn.
Herweha herdu alî bi berfirehî behsa pirsgirêkên navçeyê û
pêşhatên Rojhilata Navîn kirin û D.Ebdulatîf Reşîd got: Êraq piştevaniya her
hewl û destpêşxeriyekê dike ku ji bo çareseriya aştiyane be û bibe sedema
pêkhatina ewlehiyê û dûrxistina navçeyê ji şer û aloziyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

