Encamên dawî yên serjimêriya giştî: Nifûsa Êraqê 46 milyon û 118 hezar kes e

Îraq 09:55 AM - 2025-02-24
Nexşeya Êraqê PUKMEDIA

Nexşeya Êraqê

Serjimêrî

Wezareta Pilandananê ya li Hikûmeta Federalî îro Duşemê 24/2/2025 encamên dawî yên serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyên Êraqê ragihand, ku hejmara rûniştvanên Êraqê 46 milyon û 118 hezar kes e.

Di kongreyeke rojnamevanî de ku li baregeha Wezareta Plandanan ê Êraqê bi amadebûna Mihemed Temîm Cîgirê Serokwezîr Wezîrê Plandanan ê Êraqê, Sîrwan Mihemed wekîlê Wezîrê Plandanan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, hejmarek ji Wezîr û balyozan, serokê desteya amaran yê Erebistana Siûdî, Dîplomasên biyanî hatibû lidarxistin, Encamên dawî yên bingehîn ên serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Êraqê hatin eşkerekirin.

Wezaretê di raporta xwe ya ragihandina encaman de got: Encamên bingehîn ên serjimêriya giştî ya nifûsê nîşan didin ku hejmara nifûsa Êraqê 46 milyon û 118 hezar û 793 kes e. Ji wan 6 milyon û 370 hezar kes li Herêma Kurdistanê ne, piştî ku di meha Mijdara borî de encamên destpêkê hatin ragihandin ku hejmara wan 45 milyon û 407 hezar kes e.

Wê got jî: Niştecih li gor jîngehê hatiye dabeşkirin, ku 70.17 % li bajaran û 29.83% li gundan li Êraqê û 84.57% li bajaran û 15.43% li deverên gundewarî li Herêma Kurdistanê.

Dabeşkirina nifûsê li gorî temen:

 Di bin 5 salan de: 11.16%
Temenê kesên bin bêkariyê de (5-14): 24,74%
Temenê yên ku kar dikin (15-64): 60,44%
65 salî û mezintir: 3,66%

Herêma Kurdistanê:
 Di bin 5 salan de: 9,92%
Temenê kesên bin bêkariyê de (5-14): 21,76%
Temenê yên ku kar dikin (15-64): 63,92%
65 sal û zêdetir: 4,4%


Rewşa zewacê
 Li gorî encamên serjimariyê, temenê navînî yê zewacê 22.24 sale, mêr 24.06 sal û jin 20.7 sal e.
 Temenê navgîna yên zewicî ji bo mêran 23 sal û ji bo jinan 20 sal e.

 Dabeşbûna nifûsê li gorî rewşa zewacê li Êraqê:
 Salt: 41.6%
Zewicî: 54.01%
Hevberdan: 1.28%
Jinebî / jin mirî: 2,8%
Jihevdûrketî: 0.24%

Dabeşkirina nifûsa Herêma Kurdistanê li gor rewşa zewacê:

 Salt: 41%
Zewicî: 55.83%
Hevberdan: 0.66%
Jinebî / jin mirî: 2.18%
jihevdûrketî: 0.33%

 Rêjeyên mirin û zayînê
Serjimêriyê diyar kir ku “Rêjeya mirina dayîkan li her 100 hezar jidayikbûnên zindî li Êraqê %26.7 e û li Herêma Kurdistanê zêde dibe 34.3% e.
 Rêjeya zayînê ya giştî li Êraqê %3.9 e, li Herêma Kurdistanê jî dadikeve %3.5.


Rewşa aborî
 Serjimêriya giştî ya nifûsê eşkere kir ku rêjeya nifûsa çalak ên aborî (15 salî û zêdetir) li Êraqê %41.61 e, li Herêma Kurdistanê jî digihe %46.06.

Dabeşkirina karkeran li gorî sektoran:
 Rêjeya karkerên di hikûmetê û sektora giştî de ji tevahiya nifûsa çalak ên aborî: 38.25% li Êraqê, û 37.18% li Herêma Kurdistanê.

Xwendin:
 Rêjeya nexwendewariyê li Êraqê di nav xelkê (deh salî û zêdetir) de %15.31 e û li Herêma Kurdistanê jî dibe %16.23 bilind dibe.

 Rêjeya xwendekaran di qonaxên (seretayî, navîn):

 Nêr: 51.5%
Mê: 48.5%

 Rêjeya tomarkirina xwendina seretayî li Êraqê %88 e û li Herêma Kurdistanê jî %93 ye, erêjeyek başe, lê dîsa jî diyare ku hin zarok hene ku di xwendina seretayî de nehatine tomarkirin an dev ji xwendinê berdane.

Xizmetguzarî:
 Li gorî encamên serjimêriyê, ava vexwarinê di hundirê malan de ji %87ê xelkê Êraqê û %82ê xelkê Herêma Kurdistanê heye, ku ev jî rêjeyeke baş e, lê dîsa jî %13ê xelkê wê ji çavkaniyên din avê peyda dikin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket