Duyemîn konferansa YNKê li Duhokê berdewam dike

Kurdistan 03:52 PM - 2025-02-22
Konferansa duyemîn a YNK’ê li Duhokê PUKMEDIA

Konferansa duyemîn a YNK’ê li Duhokê

Dîdara YNK

Duyemîn konferansa  YNKê li parêzgeha Duhokê berdewam e û endamekî konferansê ragihand: “Lijneyan behsa xebatên paşerojê yên YNKê kirin û biryar e konferans çend rojan berdewam bike.’’

 Berpirsê Rêxistinên Demokrat ên YNKê li Duhokê û endamê lijneya konferansê Zekî Ramazan ji malpera fermî ya YNK PUKMEDIA re ragihand;“Tevî ku di konferansê de 7 komîte hatin avakirin û zêdetirî 400 heval beşdarî konferansê dibin jî, hin komîteyan xebatên xwe bi dawî kirin û raporên xwe yên dawî radestî komîteya bilind a civînê kirin.

Zekî Ramazan got: “Konferansa li parêzgeha Duhokê bi awayekî pir baş tê lidarxistin û tê pêşbînîkirin ku bo çend rojan were dirêjkirin, daku li ser mijarên aktûel her ku diçe guftûgo û nêrînên xwe bi hev re biguherînin.”

Li gor zanyariyên PUKMEDIAyê, tê çaverêkirin ku piştî konferansa duyemîn a Duhokê, sêyemîn konferans li Hewlêrê dest pê bike.

Duyemîn Dîdara YNKê di 15ê Sibata 2025ê de li Mûsilê dest pê kir û piştre jî di 20.02.2025ê de li parêzgeha Duhokê dest pê kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket