Duyemîn konferansa amadekarî ya Dîdara Yekîtî li Duhokê tê lidarxistin

Kurdistan 09:22 AM - 2025-02-20
Logoya YNK PUKMEDIA

Logoya YNK

YNK Dîdara YNK

Biryare îro pêncşemê 20/2/2025 qonaxa duyem a duyemîn konferansa amadekarî ya Dîdara duyem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Duhokê dest pê bike.

Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Latîf Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand: Li gorî biryara Komîteya Bilind a dîdara Yekîtiya Niştimanî û di bin diruşmeya (Bi nêrîna nû, hêz, pêşketin û xizmetguzarî) îro pêncşemê karê duyemîn konferansa amadekariya Dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê dike.

Got jî: Konferans bi amadebûna têkoşerên Parêzgeha Duhokê, kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û gelek mêvan li bajarê Duhokê tê lidarxistin.
Got jî: Armanca vê Dîdarê, dariştin û gotûbêjkirina nerîneke nû û amadekariyên YNK bo qonaxa nû ya jiyana siyasî û rêveberiya Herêma Kurdistanê ye.Di vê dîdarê de dê kadroyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, kesayetiyên navdar û pêkhateyên cuda yên bajêr beşdar bibin, û wê di demên pêş de li dever û navçeyên din jî dîdar were lidarxistin.


Di rojên dîdarê de, kadroyên Yekîtiya Niştîmanî û beşdarên civînan dê nêrîna xwe ji bo paşeroja Yekîtiya Niştimanî û siyaseta ku divê di qonaxên bê de bên meşandin pêşkêş dikin. Her wiha armanca vê dîdarê bilindkirina pêgeh û bandora Yekîtiya Niştimanî wek giringtirîn û bibandortirîn alî di warê siyasî li Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê û herwiha li ser asta peywendiyên navdewletî ye.
Li gor sîstema navxweyî ya ku di pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî de hatiye pesendkirin, dîdar çalakiyeke fermî, demkî û yek ji wêstgehên têkoşîna berfireh a kadroyên wê ye.
Yekem dîdara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 12/3/2022ê bi serpereştiya Qubad Talebanî dest pê kir û di 31/5/2022 bi dawî hat û siyaseta YNK di warên curbicur de diyar kir û bû stûnek ji siyaseta giştî ya YNK.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket