Saadî Pîra: YNK dixwaze hikûmeteke bihêz ava bike
Kurdistan 07:34 PM - 2025-02-18
PUKMEDIA
Civinna YNKê û UNAMI
Endamê Mekteba Siyasî û Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre pêşwaziya şandeke UNAMI kir ku ji Moniya Radzi Motsî Berpirsa Karûbarên Siyasî ya UNAMI li Herêma Kurdistanê û Ezîz Barzanî Şêwirmendê Siyasî yê UNAMI li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.
Her du alî rewşa siyasî û aborî ya Iraq, Kurdistan û navçeyê bi giştî û bi taybetî pêşhatên dawî û pêşkeftin û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Her li vê hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi taybetî rêkeftinên di navbera her du aliyan li ser çareserkirina pirsgirêkên darayî û nêrîna her du aliyan li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên ku biryare di dawiya meha Mijdara îsal de bên encamdan.
Di civînê de her wiha bûyerên du rojên borî yên di navbera cotkarên Kurd û leşkerên Iraqê de li navçeyên nakok hatin gotûbêjkirin.
Saadî Ehmed Pîre bal kişand ser wê yekê ku YNK dixwaze li Herêma Kurdistanê hikûmeteke bihêz li ser bingeha şirîkatiya rasteqîne û beşdariya çalak û pêkanîna hemû desthilatên saziyan li her pile û postekê pêk bîne û got, di civîn û gotûbêjan de gavên baş ji bo amadekirina civînê hatine avêtin.
Di derbarê Iraqê de jî Pîre tekezî li ser yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Iraqê li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyên Iraqê ji hemû pêkhateyan kir û got: ‘’YNK bi tundî piştgiriys kiryarên yekîneyên leşkerî yên Iraqê li navçeyê dike u ew nakokiyên li dijî cotkarên Kurd red dike û di wê baweriyê de ye ku artêş bi vê karê binpêkirina navxweyî û saziyên dadweriyê dike û destûr nayê dayîn artêş û hêzên leşkerî destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên welatiyên Iraqê de bikin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

