Şanda Îmralî:Rola Serok Mam Celal ji bo aştiyê gelekî girîng bû
Kurdistan 12:15 PM - 2025-02-18
PUKMEDIA
Serdana şanda Îmralî bo gora Serok Mam Celal
Şanda Îmraliyê ya bi serokatiya Xanim Perwîn Bûldan
û Sirî Sureya Onder de serdana gora Serok Mam Celal kir û qefta kulîlkan ya rêz û dilsoziyê danîn ser gora wî û piştre Keskîn Bayîndir got: Rola Serok Mam Celal di bi serxistina Pêvajoya Aştiyê de li Turkiye girîng bû, her weha em spasiya Serokê YNK’ê ya ji bo piştgiriya wî ji bo pêvajoya aştiyê dikeçin.
Piştre di kongreyeke rojnamevaniyê de Keskîn Bayîndir, endamê şanda Îmralî got: Em rêzê li rola Serok Mam Celal di pêvajoya aştiyê ya Turkiyê
de digirin û îro jî Bafil Celal Talebanî û Qubad Talebanî ku şûngirên wî ne,
roleke girîng di aramî û proseya aştiyê de li Bakurê Kurdistan`ê lîstine.
Her weha got: Em gelekî sipasiya YNK’ê dikin, bi taybetî Serok Bafil û Qubad
Talebanî û Xanim Şanaz, piştgiriya wan ya ji bo pêvajoya aştiyê gelekî girîng e
û em dikarin bêjin ku îro ev rojeke girîng e ji bo Kurdan ku ew bi hevre piştgirîya aştiyê dikin û em
dîsa helwesta Xanim Şanaz a ji bo azadiya jinê bilind dinirxînin.
Bayînndir di kongreyê got: Li ser daxwaza rêberê girtî yê
Îmraliyê, me serdana Başûrê Kurdistan`ê kiriye û me digel Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistan`ê (YNK) û aliyên din hevdîtin pêk anîne, her wiha em lêborîna xwe
ji aliyên din yên siyasî dixwazin ku me nekarî serdana wan bikin û bi wan re jî hevdîtinan bikin, lê li vir em silavên rêberê girtî yê Îmraliyê digihînin
wan.
Wî endamê Îmralî tekez kir ku digel wê yekê ku sardana me
ji bo Başûrê Kurdistan`ê serkeftî bû, sibe digel vegera me ya Turkiye emê
encamên civînên digel aliyên Başûrê Kurdistan`ê aşkere bikin, her wiha em
dubare rola Serok Mam Celal û Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê di pêvajoya aştiyê de li Turkiyê bilind dinirxînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

