Parêzgarê Kerkûkê: Leşkerên ku êrişî cotkarên kurd kiribûn hatin girtin
Kurdistan 09:52 PM - 2025-02-17
PUKMEDIA
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha Mistefa
Parêzgarê Kerkûkê dibêje:“Em cotkaran piştrast dikin ku em li gel çareserkirina pirsgirêkên wan in û me arasteyî aliyên peywendîdar kir ku hêzên leşkerî ji sînor vekişînin.Leşkerên ku êrîşî cotkarên Kurd kirin, hatin girtin û komîteyek lêkolînê hate avakirin.
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha Mistefa derbarê pirsa zeviyên cotkaran de daxuyaniyek da û got: “Pirsgirêka zeviyên cotkaran pirsgirêkek kûr û demdirêj e, ji dema ku me dest bi kar kiriye, me hewlên cidî dane.’’
“Me nameyeke fermî ji serokwezîrtiyê re şand da ku zeviyên ku biryara dadgehê nîne ji hev cuda bikin da ku cotkar karê xwe yê çandiniyê bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê hemû gav hatin avêtin.’’Got
Ew lê zêde dike:“Ji aliyeke din ve parlementoya Îraqê deng li ser betalkirina biryarên civata serkirdayetiya Baas dabû û bû biryar û em li benda cîhbicîh kirina rênmayên hikûmeta navendî ne, lewra niha em hemû cotkarên Sergaranê piştrast dikin ku em li gel çareserkirina pirsgirêkên wan in, lê derfetê bidin me ku em bi rêya saziyên yasayî û fermî vê armancê pêk bînin."
Her wiha got:“Ji bo çareserkirina pirsgirêka axê, du hefte berê me biryar da ku ji bo hemû zeviyên çandiniyê yên Topzawa, Yaiçî û Turkalan ên ku 7 sal in pirsgirêk hebûn, peyman îmze bikin, ji ber vê yekê me ji bo çareserkirina pirsgirêkan li Sergaranê gav avêtin.’’
Ew lê zêde dike:“Ew leşkerên ku îro li gundê Şenaxa êrişî kolberên Kurd kiribûn, hatin girtin û komîteyek lêkolînê jî hat avakirin û me arasteyî aliyên pêwendîdar kir ku hêzên leşkerî ji sînor vekişînin.”
Rêbwar Taha wiha pê de çû: “Piştî pêwendiya me û agahdarkirina serokwezîr, biryar da ku komîteyek bi serokatiya cîgirê wezîrê dadweriyê ji bo nirxandina rewşê bişîne, sibe emê civîneke taybet li gel wan li avahiya parêzgariyê bikin.Em careke din tekez dikin ku aramî û berxwedana cotkarên Sergaranê di berjewendiya çareserkirina pirsgirêkê de ye.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

