Şanda Îmraliyê ji bo gotûbêjkirina pêvajoya aştiyê gihîşt Silêmaniyê
Kurdistan 06:08 PM - 2025-02-17
PUKMEDIA
Şanda Îmraliyê gihîşt Silêmaniyê
Şanda Îmraliyê ji bo ku bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re bicive, gihîşt parêzgeha Silêmaniyê.Armanca şandê bi Serok Bafil hevdîtin bike girîngiyeke taybet e û girêdayî pirsgirêka Kurd e, ji ber ku serokê YNKê li herêmê ji bo doza Kurd roleke girîng dilîze."
Şêwirmendê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, Bêstûn Fayeq ji malpera fermî ya YNKê re ragihand:"Serdan û peyama şandê ya ku ji bo serokê YNKê gihandiye giringiyeke taybet e û girêdayî pirsgirêka kurd bi giştî û pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê bi taybetî ye."
Bêstûn her wiha got: "Serok Bafil û YNK ji bo pirsgirêka kurd roleke herêmî ya girîng dilîzin, ji ber wê jî şanda Îmraliyê ku niha gihîştiye Herêma Kurdistanê, dê serdana Serokê YNKê bike û peyama Îmraliyê ji bo danûstandina nêrînan li ser pirsa kurd bigihîne." Fayeq wiha dibêje.
Niha ku pirsa çareseriya pirsgirêka Kurd li bakur hatiye rojevê, heyet girîng dibîne ku nêrîna Serok Bafil li ser vê mijarê bigire, ji bo rola Serok Bafil di mijarên neteweyî de digere.
Bêstûn Fayeq diyar kir :"Serdana şanda Îmraliyê bo serokê YNKê di demekê de ye ku mijara çareserkirina pirsgirêka kurd li bakur û diyaloga ji bo Rojava mijareke germ e û pêwîstî bi danûstandina nêrînan heye."
Şanda ku ji Sirî Sureya Onder, Pervîn Buldan û Keskin Bainder pêk tê, îro 15.02.2025ê gihişte Hewlêrê û biryar e îro danê êvarê li Silêmaniyê ligel Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

