Koçberî û awarebûn: 3200 malbatên Êraqî ji kampa Holê vegeriyan
Îraq 10:37 AM - 2025-02-17
Ajans
Kampa Holê
Wezareta Koç û Koçberan vegera 3,200 malbatên Êraqî ji kampa
Holê li Sûriyê ragihand, piştî kontrolkirina ewlekarî ya endamên wan, û
piştrast kir ku hemû zarokên vegeriyane hemwelatîbûna Êraqî ne.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan Elî Ebas di daxuyaniyekê de
ku ji aliyê ajansa nûçeyan a Êraqê (INA) ve hatiye belavkirin, ragihand: Hikûmeta
Êraqê ji bo vegerandina welatiyên Êraqî ji kampa Holê berdewam e, ji ber ne
rihrtiya awlehî, nemaze ji ber rewşa ne aram li Sûriyê.
Elî Ebas diyar kir ku "Êraq ji destpêkê ve pabend bû ku
welatiyên xwe vekişîne û hilweşandina kampê di nav karên pêşîn ên xwe bû, hikûmetê
sê beşên nû ji kampê derxistin, û hejmara malbatên ku ji destpêka operasyonê ve
hatine veguheztin gihaşt zêdetirî 3,200 malbatan, ku bi qasî 12,500 kesan.
Peyvdar got jî: "Zêdetirî 9,000 kesên vegeriyane
bernameyên derûnî û çaksazkirina civakê derbas kirine, di heman demê de ku hîna
nêzîkî 833 malbatên Êraqî di kampê de ne, kar bo vegerandina wan hêdî hêdî
didomin," ev jî nîşan dide ku hejmara giştî ya Êraqîyên ku li kampê mane
niha 15,000 kes in ku pêwîstî bi tedbîrên lojistîkî ya taybet heye bo garantîkirina
vegera wan ya ewle.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

