Serok Komarê guhertina Qanûna Budçeya Federal pesend dike
Îraq 12:40 PM - 2025-02-16
Serok komar
Ragihandina Serokkomar
Serok Komar Dr.Ebdul Letîf Reşîd yekemîn yasaya
sererastkirina yasaya bûdceya giştî ya federalî ya Komara Êraqê ya salên darayî
(2023, 2024, 2025) pesend kir.
Sekreterê Encumena Wezîran Dr. Amanc Rehîm li ser rûpela xwe
ya facebookê de ragihand: Serokê Komarê Dr.Ebdul Letîf Reşîd yekemîn yasaya
serrastkirina yasaya bûdceya giştî ya federalî ya Êraqê bo salên darayî (2023,
2024, 2025) derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê û bazarkirina wê bi
rêya SOMO û razandina dahata petrolê di xezîneya giştî de pesend kir.
Got jî: qanûn bi weşandina wê di rojnameya Êraqî de dê
bikeve warê cîbicîkirinê de, wek ku di maddeya 2 ya serrastkirina yasaya
bûdceyê de hatiye. Li gor wê guhertinê, nirxa rastîn a berhemanîn û veguhestina
petrola Herêma Kurdistanê her bermîlek (16) dolar hatiye destnîşankirin û ev
mîqdar wek pêşanî ji Herêma Kurdistanê re tê dayîn, heta ku nirxa rastîn a
berhemanîn û veguhestina petrolê ji her yek ji zeviyên Herêma Kurdistanê bi
awayekî cuda ji aliyê dezgehên şêwirmendî yên şareza ve were destnîşankirin,
piştî 60 rojan ji cîbicîkirina yasaya budceya giştî ya Federalî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

