Kes nikare li ser navê mamosteyên greva birçîbûnê biryarê bide
Kurdistan 05:07 PM - 2025-02-07
Arşîv
Mamoste û karmend di grevê de ne
Çalakgerên grevê yên Silêmaniyê red kirin ku bên dermankirin û gotin: “Çarenûsa me di destê me û gel de ye û tu kes nikare li ser navê me biryarê bide û daxwaza parvekirina mûçeyên meha Kanûnê kirin.
Îro 7-2-2025, mamosta û karmendên bajarê Silêmaniyê di civîneke çapemeniyê de helwesteke nû nîşan dan û gotin:"Her çend ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rasterast di vê mijarê de cih digire, lê bêdeng e û berdevkê hikûmetê bi zimanekî neguncav peyama hikûmetê ya derbarê me de anî ziman û derket holê ku jiyana 13 welatiyan ji bo hikûmetê bêqîmet e."
Her wiha got: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi parvekirina mûçeyên xanenişînan kiriye ku bi fermana hikûmeta Iraqê hatine zêdekirin.Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku mûçeyên meha Kanûna sala borî parve bike û bêyî destkeftên berçav em grevê naşkînin.
Çalakgeran di dawiya peyama xwe de wiha gotin: “Em ê ji îro û pê ve greva xwe bidomînin û dermankirinê red bikin û kes nikare li ser navê me biryarê bide.’’
Roja 25-1-2025, 13 mamoste û karmend ku 3 ji wan jin in, li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Silêmaniyê dest bi greva birçîbûnê kirin.Wan biryar da ku heta daxwazên wan neyên bersivandin, ji wan mûçe û mafên darayî yên gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, grevê neşkînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

