Encûmena Nûneran piştgiriya xwepêşanderên Silêmaniyê dike

Kurdistan 01:47 PM - 2025-02-07
Şandeke encûmena nûneran  bi xwepêşanderan re Ajans

Şandeke encûmena nûneran bi xwepêşanderan re

Silêmanî Encumana Nûneran

Şandeke encûmena nûneran û piraniya baskên parlamentoyê ji bo serdana konê mamostayên grevê û nirxandina daxwazên wan, gihîştin bajarê Silêmaniyê.

Parlamenter Yûsif El-Kelabî di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Îro em bi kêfxweşî serdana bajarê Silêmaniyê dikin, ev bajarê ji bo me yê hêja ku di têkoşîna li dijî dîktatoriyê de em hemû hembêz kir.’’

Wî her wiha got: ‘’Em îro li vir in ji bo ku em çalakiya rûniştinê û gireva birçîbûnê ya heyî binirxînin, îro em nûnertiya hemû gelên Iraqê dikin û peyama aştî û wefadariyê ji van gelên mezlûm re radigihînin.’’

Parlamenter Yûsif El-Kelebî diyar kir:’’ Îro me daxwazên xwepêşanderan wergirtin û emê wan bi xwe re bibin Bexdayê bo Encûmena Nûneran.’’

Parlamenter Yûsif El-Kelabî wiha berdewam kir: ‘’Bi îzna Xwedê di demek nêzîk de em ê vegerin nav çalakgerên rûniştinê de, bi îzna xwedê gelê Kurdistanê daxwazên xwe yên derbarê çareserî û dabînkirina mûçeyan ji me re ragihandiye û em tekoşîn û sekna xelkê Silêmaniyê di salên borî de ji bo daxwaza mafên karmendan û dabînkirina mûçeyan bilind dinirxînin.’’

Piştî wê jî Harem Kemal Axa berpirsê firaksiyona  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Encumenê de gotarek pêşkêş kir û tê de got:’’ Em pêşwaziya şanda parlamentoyê dikin ku ji bo şopandina daxwazên karmendan û welatiyan gihîştine Silêmaniyê.’’

Got jî: Em dê piştgiriya fermanberên herêma Kurdistanê bin bo çareser kirina pirsgirêkên  darayî û dûrxistina mûçeyan ji pirsgirêkên  sîyasî û destxweşî li xebat û rijdbûna karmend û mamostayan dikin.

Got: Ev şanda han amaje bi dilgiraniya civata nûneran li ser mafên welatiyan dike, bi taybetî li herêma Kurdistanê, emê kar bikin daku mûçeyê karmendan paş nexin û her meh mûçeyên wan nehê paşxistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket