Hêzên ewlehiyê kujerê mamosteyekî Çemçemalê girtin

Kurdistan 10:58 PM - 2025-02-03
Logoya Asayîşê PUKMEDIA

Logoya Asayîşê

Asayîş

Asayîşê qatilê mamosteyê Çemçemalê eşkere kir û ragihand:’’ Kujer li sûcê xwe mikur hat û dosyeya wî ya sûc heye.’’

Asayîşê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin de wiha got: "Di çarçoveya lêpirsîn û lêgerîna gumanbarê sereke de û berhevkirina agahiyan û zêdekirina hewldanan ji bo dîtina kujerê mamoste (LAH) hemû tedbîrên pêwîst hatin girtin û karîn gumanbarê (HHS) desteser bikin û radestî dadgehê bikin."

Tê diyarkirin: “Di encama lêkolîna destpêkê de gumanbar li sûcê xwe mukir hat û lêkolîn ji bo tespîtkirina sedema sûcê berdewam dike.’’

Her wiha tê destnîşan kirin: “Tawanbar xwediyê dosyeya tawanan e û bi tometa tevlîbûna nav koma têrorîst a DAIŞ`ê û karkirina bi wan re 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket