Wezareta Darayî:Yekser dest bi parvekirina mûçeyan dikin

Kurdistan 08:44 PM - 2025-02-03
Şanda Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal Wezareta Darayî û Aborî

Şanda Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal

Bexdad Hewlêr Mûçeya Xanenişîn

Wezareta Darayî ragihand: "Tîmên me yên teknîkî proseya şandina mûçeyên meha Çile ya îsal temam dikin û tê çaverêkirin ku di zûtirîn dem de li ser hesabê Banka Darayî ya Herêma Kurdistanê were razandin û yekser dest bi parvekirina mûçeyan bike."

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand; "Şandeyên teknîkî yên Wezaretê Darayî ya Hikûmetên  Federal û Herêm ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî û pêkanîna daxwazan û amadekirina tabloyên li ser lîsteya mûçeyên karmend û mûçeyên Hêzên leşkerî û emnî û sûdmendên berevaniya civakî, her du alî li ser mafê mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê li hev kirin.

Wî zêde kir:"Niha ekîbên teknîkî yên Wezareta Darayî prosedurên şandina pereyên meaşê Çileya 2025an temam dikin û tê çaverêkirin ku di zûtirîn dem de li ser hesabê were razandin û meaş dê yekser piştî wergirtina pereyan bên parvekirin."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike