Rêxistina Rojnamegeran: Du caran êrîşî elektironî bo ser PUKMEDIA hatiye kirin
Kurdistan 09:49 AM - 2025-02-03
Êrîşên elektironî
BUSINESS INSIDER
Rêxistina peyamnêrên
ji bo Maf û Geşepêdana Rojnamegeran di rapora xwe ya salane ya binpêkirinên li
dijî rojnameger û saziyên çapemeniyê de eşkire kir, behsa êrîşa elektoronî bo
ser PUKMEDIA malperê fermi yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dike û ragihand:
Du caran êrîş hatiye ser malperê û Navenda Parastina Mafê Rojnamegeran a Metro
di rapora xwe ya salane de êrîşa sîber a li dijî PUKMEDIA'yê tomar kir.
Li gorî amarên
Rêxistina Maf û Geşepêdana Rojnamegeran ku sala borî 3 êrîşên sîber li dijî du
dezgehên ragihandinê hatine kirin yek ji wan malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê (PUKMEDIA) yek ji wan medyaya elektronîk e ku ji Hewlêrê êrîş lê
hatiye kirin.
Di sala 2024’an de di
du demên cuda de rastî êrîşan hat û heta demekê weşana wê hat astengkirin.
Serokê Rêxistina
Rojnamegeran bo Maf û Geşepêdana Rojnamegeran Hozan Qadir ji PUKMEDIA re
ragihand: Li Herêma Kurdistanê par 175 binpêkirin li dijî rojnamevan û dezgehên
ragihandinê hatine kirin ku ji van 116 binpêkirin dosyayan hatine kirin, 7 jê
binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin hatine kirin.
Li gorî amarên herî
dawî yên salane yên Navenda Metro êrîşên sîber zêde bûne û 6 malper û rûpel
hatine armanckirin ku yek ji wan malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bû.
Êrîşên sîber û tundûtûjî metirsîdarin û
yek armancin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

