Mamostayên Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo mamostayên grevê yên Silêmaniyê anîn ziman

Kurdistan 03:17 PM - 2025-02-01
Piştgiriya mamosteyên Hewlêrê ji bo mamostayên Silêmaniyê Ajans

Piştgiriya mamosteyên Hewlêrê ji bo mamostayên Silêmaniyê

Hewlêr Silêmanî

Îro beşek ji mamostayên parêzgeha Hewlêrê kom bûn û piştgiriya  xwe bo mamosta û karmendên Silêmaniyê yên grevê diyar kirin.

Nûnerên mamostayên nerazî yên Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xistin û gotin:“Weke mamosta dibêjin, jiyana welatiyan roj bi roj xirabtir dibe, hikûmet li hember çareserkirina pirsgirêkan bi taybet mûçe xemsar e.’’

Wan jî daxwaz kirin:“Pêwîste mûçe di dema xwe de bên parvekirin, mûçeyên meha Kanûna sala borî jî bi hev re bên parvekirin û krîza mûçe bi dawî bibe û hikûmet di zûtirîn dem de dest bi bilindkirina karmend û mamostayan bike.’’

 Mamoste û xebatkarên Silêmaniyê 5 roj in li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî di greva birçîbûnê de ne.Rewşa tenduristiya wan nebaş e û hikûmeta îcrayê jî bersiv nedaye daxwazên wan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket