Serok Bafil: Bi ramanên birêz Aram jiyan û xebata me ya rêxistinî rêve dibin

Kurdistan 12:12 PM - 2025-01-31
Serok Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî

Şehîd Aram

Serok Bafil Celal Talebanî bi boneya 47emîn salvegera şehadeta Şehîd  Aram peyamek belav kir û got:“Piştî nîv sedsalê hîna jî ramanên birêz Aram rêberê jiyan û xebata me ya rêxistinî ye.

Teksta peyama Serok Bafil.

Di 47emîn salvegera şehadeta Şaswarî ya şoreşa nû û rêxistinên tekoşîna Kurd û YNK`ê de bi wefadarî û dilsozî  silav dikin. Me rêya şehîd û têkoşerên YNKê û birêz Aram dûpat kir û ev roj me han dide ku em berdewam bin li xizmetkirina xelkê û parastina ezmûna xwe.

Birêz Aram rêberek, rewşenbîr, xwedî bîr û ramanên nû û rêgezek ji nû ve avakirina rêxistinên bajêr û jiyana kurdayetî û yekitiya bajaran bû.Ew jî pênûseke tûj a serdema nû bû, ku piştî nîv sedsalê heya niha jî ramanên birêz Aram rêberê jiyan û xebata me ya rêxistinî ye.

YNK bi serbilindî birêz Aramî bi bîr tîne û em ê bîranînên wî yên ku dîroka geş a tekoşîna me ye, her tim zindî bihêlin û li ser şopa wî bimeşin ji bo bidestxistina armancên bilind û bextewariya gelê xwe.

Silav bo ruhê  rêheval û şaswarê têkoşîna rizgariya gelê Kurd birêz Aram, hemû şehîdên gelê me .

Bafil Celal Talabanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket