Salvegera şehidbûna herdu fermande Şêrko Şiwanî û Hisên Mensûr

Kurdistan 09:24 AM - 2025-01-30
herdu fermande Şêrko Şiwanî û Hisên Mensûr PUKMEDIA

herdu fermande Şêrko Şiwanî û Hisên Mensûr

Şehîdên YNKê


Îro Pêncşemê salvegera şehadeta her du rêberên mezin Şêrko Fetih Şiwanî û Husên Mensûr e ku di parastina bajarê Kerkûkê de şehîd bûne.

Danê sibê 30/1/2015, koma terorîst a DAIŞê êrişî bajarê Kerkûkê kir û ji bo parastina bajêr û dûrxistina metirsiya terorîstan û berevaniyê li hemû pêkhateyên Kerkûkê serkirde Şêrko Fetih Şiwanî canê xwe feda kir.

Şehîd Şêrko Fetih Şawanî parastina hemû pêkhateyên Kerkûkê kir û bû sembola şerê li dijî terorê. Wî soz dabû xelkê Kerkûkê ku wê berevaniyê li wan bike û ji bo parastina wan jî xwe feda kir û niha jî hemû pêkhateyên Kerkûkê deyndarê şehîd Şêrko û hevrêyên wî ne.

Fermandarê Hêza Piştevaniya Duyem Hisên Mensûr jî di şerê rizgarkirina gundê Mela Ebdullah li parêzgeha Kerkûkê ji qirêjiya rêxistina terorîst a DAIŞê de şehîd bû.
Lîwa Husên Mensûr yek ji wan serkirdeyên wêrek bû ku şerê rêxistina terorîst a DAIŞê kir û şehîd bû di operasyona rizgarkirina gundê Mela Ebdullah de.

Lîwa Husên Mensûr weke hemû serkirdeyên qehreman ên di nava refên Hêzên Pêşmerge de ku ji bo azadkirina axa Kurdistanê û parastina ewlekarî û asayîşa hevwelatiyan canê xwe feda kirin, têkoşerekî qehreman bû û di nava hemû şervanan de kesekî hezkirî bû di nav Hêzên Pêşmerge de.
Em bi rêz û hurmet li hember bîranîna van her du rêber û hemû şehîdên Kurdistanê serê xwe ditewînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket