Iraq dê proje yasaya petrola Kurdistanê pêşkêşî nûneran bike
Kurdistan 10:00 PM - 2025-01-27
Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal
Mediyaya Wezareta Petrolê
Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal ragihand: “Wan proje yasayek pêşkêşî parlamentoyê kirine li ser nefta Herêma Kurdistanê û nirxê petrolê 16 dolar bo her bermîlek daniye.
Wezîrê Petrolê Hayan Ebdulxenî di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a Iraqê (INA) re ragihand: "Projeyek ji aliyê hikûmetê ve pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin û derbarê wergirtina petrola herêmê û dayîna 16 dolaran bo her bermîleke pêşwext tê lêkolînkirin."
Wî her wiha got: "Ev dê berdewam be heta ku lêçûnên rasteqîn ên veberhênana gazê ji zeviyên herêmê yên ku ji bo berhemanîna neftê kar dikin ji nû ve werin lêkolînkirin û li beramberî wê herêm dê ne kêmtir ji 250 heta 300 hezar bermîlan di rojê de ji bo vê armancê radest bike bo hinardekirina wan bi rêya Şîrketa Bazirganî ya Nefta Iraqê (SOMO).
Derbarê nirxê petrolê de jî Ebdulxenî tekez kir ku, nirxê petrolê her bermîlek di navbera 70-80 dolaran de ye û em hêvîdar in di van astên xwe de bimîne yan jî hinekî zêde bibe ji bo dabînkirina çavkaniyên darayî yên pêwîst bo bûdceya Iraqê.
Pêşniyara serrastkirina xala derbarê destpêkirina hinartina petrola herêmê ya ji qanûna budceya giştî ya federal de rastî nerazîbûna hin baskên parlamentoyê hat, ji ber ku biryar bû di rûniştina 19.01.2025an de li Meclisa Nûneran deng li ser bê dayîn.
Parlamentera Yekîtiya Nîştimanî ya li Meclîsa Nûneran Sebah Hebîb di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA'yê re gotibû: "Pêşniyara sererastkirina madeya (12/2/C) ya yasaya budceya giştî ya federal a têkildarî ji nû ve destpêkirina qanûnê ye bo hinartina nefta Herêma Kurdistanê û erêkirina endamên Encûmenê wernegirt û rêjeya yasayî hat şikandin ku li ser petrol pêwîstî bi lihevkirina baskên parlamentoyê û diyalog û danûstandinên zêdetir heye.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

