Berdevkê YNKê: Çareserkirina pirsgirêkên berê di hikûmetê de girîng e

Kurdistan 03:24 PM - 2025-01-25
PUKMEDIA Saadî Ehmed Pîre

PUKMEDIA

YNK û PDKê

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, civîna komîteya hevbeş a YNK û PDKê berdewam e û ragihand:“Pêwîste pirsgirêkên berê bên çareserkirin û piştî bidawîbûna bernameya hikûmetê em ê li ser diyarkirina postan biaxivin û kesê rast ji bo cihê rast destnîşan bikin.’’

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de got:’’Gotûbêjên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji aliyê komîteyeke hevbeş ve ji bo pêkanîna hikûmetê berdewam in û di civînê de mijarên ku di dema borî de nakokî li ser hebûn û her wiha diyarkirina ku çawa di pêşerojê de bi hev re kar bikin û birêve bibin.”

"Em nikarin her tiştî heta demeke nediyar paş bixin û gazinan ji hev nekin û li pirsgirêkan negerin. Gavên baş hatin avêtin, lê dema ku karê komîteya hevbeş bi dawî bû, wê demê şandên danûstandinan ên her du aliyan dê bicivin û li ser reşnivîsa ku ji aliyê wan ve hatiye amadekirin gotûbêj bikin. ‘’Saadî Ehmed Pîre got.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand:“Berê jî pirsgirêkên me hebûne, eger em van pirsgirêkan çareser nekin û di pêşerojê de jî heman pirsgirêk derkevin holê, em ê ji bo mirovan kar nebînin, lê em ê ji bo kar mirovan peyda bikin.’’

 Herî dawî jî Saadî Ehmed Pîre ragihand:" “Niha behsa ti postekî  nayê kirin, çi tê gotin û axaftin.''

belavkirina postan propaganda ye eger em li ser bernameya hikûmetê li hev nekin, post bo çi ne?."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket