Siyasetmedarê Kurd ê navdar Dr. Mekrem Talebanî koça dawî kir
Pirsename 02:51 PM - 2025-01-24
Ajans
siyasetmedarê kurd ê dêrîn Dr.Mokerem Talebanî
Sibeha îro
Înê, koça dawî ya siyasetmedarê kurd ê dêrîn Dr.Mokerem Talebanî ku temenê 100
saliyê derbas kiribû hat ragihandin, Cenazeyê rihmetî dê li bajarê wî bajarê
Kerkûkê were veşartin.
Mokerem
Talebanî di sala 1923an de li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Di dirêjahiya temenê
xwe yê siyasî de roleke berçav di nava tevgera rizgarîxwaza Kurd de lîstiye. Wî
di sedsala borî de beşdarî damezrandina Partiya Hêvî bû û navê wî bi qonaxên
girîng ên dîroka herêmê ve girêdayî ye.
Li taxa
Bertakiye ya Kerkûkê ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî
li heman bajarî qedandiye. Gelek nivîsên wî yên siyasî, edebî û dîrokî hene.
Serok Bafil Celal Talebanî ji ber mirina Dr.Mokerem sersaxî kirSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya koça dawî ya siyasetmedarê dêrîn yê kurd Mokerem Talebanî peyameke sersaxiyê şandiye.
Malbata hêja ya Dr.Mokerem Talebanî
Bi xemgînî û êşeke kûr me nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û kesayetê navdarê Kurd Dr.Mokerem Talebanî wergirt.
Bi vê boneya xemgîn em sersaxiyê û hevxemiya xwe pêşkêşî we û malbatê dikin û ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku cihê rihmetî behest be û sebrê bi we de.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Buroya SiyasîMekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji ber koça dawî ya siyasetmedarê dêrîn Mokerem Talebanî peyameke sersaxiyê şandiye.
Malbata hêja ya Dr.Mokerem Talebanî
Bi boneya koça dawî ya kesayetiyê neteweyî yê kurd ê Êraqê Dr.Mokerem Talebanî, sersaxiyê û hevxemiya xwe pêşkêşî we û hemû dost û hevalên wî yên navxwe û derveyî welat dikin.
Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku sebir û sebrê bide we û cihê wî behest be.
Buroya Siyasî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

