Iraq amade ye ku diyaloga Rûsya û Ukrayna hêsan bike
Îraq 10:16 PM - 2025-01-22
Serokomarê Iraqê û Serokê Ukraynayê
Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê
Li kêleka Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê, Serok Abdul Letîf Cemal Reşîd bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re civiya. Di civînê de firsend hat dayîn ku li ser pirsgirêkên cîhanî û herêmî gotûbêj bên kirin.
Her li vê hevdîtinê de, Serok Reşîd pabendbûna Iraqê bi rêzgirtina li serweriya niştimanî dupat kir û tekez li ser giringiya çareserkirina pirsgirêan bi rêyên aştiyane û li gor biryarên Netewên Yekgirtî kir. Li ser encamên wêranker ên şer nirxand û wiha got: “Di pevçûnan de bi rastî serkeftî nînin. Her wiha kesên serketî jî zirarên mezin ên mirovî û madî dibînin.”
Wî her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo çareserkirina pirasgirêkên Rûsya û Ukrayna gavên bibiryar bavêje û got: "Divê em li pey çareseriyên aştiyane bin, ji ber ku tenê aştî dikare aramiya mayînde misoger bike."
Serokomar Reşîd helwêsta bêalî ya Iraqê li hember pirasgirêkên heyî dupat kir û amadehiya welatê xwe ji bo hêsankirina diyaloga di navbera aliyan de nîşan da.
"Iraq amade ye ku alîkariyê bike bo teşwîqkirina gotûbêjên watedar ji bo aştiyê," wî teqez kir.
Serok Zelensky spasiya xwe ji bo nêzîkatiya hevseng û avaker a Iraqê ji bo şer nîşan da. Wî her wiha xema Ukraynayê ji bo bihêzkirina peywendiyên aborî bi Iraqê re, bi taybetî di warê çandiniyê de, anî ziman. Zelensky bal kişand ser rola Ukrayna wekî hinardekarek sereke, potansiyela zêdekirina hevkariyê di peydakirina berhemên çandiniyê yên bingehîn de, di nav de genim, ceh û dexlên din, ji bo piştgirîkirina hewcedariyên Iraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

