Şanaz Îbrahîm Ehmed ji PUKMEDIA re: Çavekî rast e û cihê pesindayînê ye

Kurdistan 10:43 PM - 2025-01-21
PUKMEDIA Xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed

PUKMEDIA

Xanima Yekê ya Êraqê PUKMEDIA

Şanaz Îbrahîm Ehmed bi boneya 22 saliya damezrandina malperê pîrozbahiyê li sernivîser, rojnamevan û kadroyên PUKMEDIA dike.

Nivîsa peyama Şanaz Xanimê.

Edîtor, Rojnameger û Kadroyên hêja yên PUKMEDIA

Bi helkefta 22 saliya damezrandina PUKMEDIA, pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Hêjayî pesindayînê ye ku ev malper li ser bingeha serpêhatiya dewlemend a rojnamevan û nûçegihanan, roleke girîng di belavkirina nûçeyan û şopandina bûyerên rojê de lîstiye, hertim bûye çavê rastiyê û pênûsek dewlemend û tomareke rast a bûyeran.
Hêvîdarim ku hûn vê nêzîkatiya ku we di guhdana pirsên netewî û Niştimanî de girtiye bidomînin.

Dîsa pîroz dikim

Şanaz Îbrahîm Ehmed

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike