Desteya Herêma Kurdistanê: Em li benda bidestxistina mafên xwe ne

Kurdistan 09:22 PM - 2025-01-21
Ajans Desteya Giştî ya Herêma Kurdistanê

Ajans

Hikumeta Herema Kurdistanê

Desteya  Giştî ya Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li welatiyên Herêma Kurdistanê bi taybetî navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dik;“Serkeftina hilweşandina biryarên serkirdayetiya şoreşa Beis a wêrankirî dê rihê hevkariyê di navbera civakên Iraqê de kûrtir bike û qada baweriyê di navbera aliyên siyasî de berfirehtir bike.’’

“Îro Sêşemê 21-1-2025 Parlamentoya Iraqê deng da hinek biryarên serkirdayetiya şoreşa Beisê ya wêrankirî betal kir û di dawiyê de piştî zêdetirî nîv sedsalê mal û milk  vegeriya xwediyên xwe yên resen Kurd û Tirkmen.Ev pêngav encama xebata hevbeş a hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû berpirs, wezîr û parlamenterên kurd ên li Bexdayê ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêngav dê ruhê hevkariyê di navbera civakên Iraqê de kûrtir bike û qada baweriyê di navbera aliyên siyasî de berfirehtir bike." Desteya  Giştî ya Herêma Kurdistanê

Dibêje:“Bi vê minasebetê em bi germî pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê bi giştî û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi taybetî dikin.Em bi hêvî ne ku hewlên zêdetir ji bo bidestxistina hemû mafên gelê kurd di çarçoveya destûrê de û berî her tiştî cîbicîkirina madeya 140 ya destûra hertimî ya Iraqê bê kirin.Destkefta îro parastina Kurdistanê û bidestveanîna armancên xwe yên hê ku negihêştiye.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket