Peyama Serok Bafil li ser vegerandina milkên cotkaran
Kurdistan 09:07 PM - 2025-01-21
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi helkefta vegerandina milkên cotyaran li navçeyên veqetandî peyamek belav kir:"Em spasiya Serokwezîr û hemû parlementerên ku piştgirî dan vê biryarê dikin. Bi vê qanûnê dê bi hezaran donim erd ji xwediyên wan ên Kurd û Tirkmen ên ku bi salan e ji wan bêpar kirine, vegerînin.
Teksta peyama Serok Bafil
Ji bo yekrêzî û yekdengiya nûnerên Kurd ên li Bexdayê ji bo pesendkirina proje yasaya vegerandina zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd û Tirkmen li civata nûnerên Iraqê de, ji dil spasiya xwe pêşkêş dikim.
Her wiha spasiya Serokatiya civata nûneran, hemû parlementer û fraksiyonan dikin ku di serkeftina bizavên me de û vegerandina mafan ji bo hemû kesên ku bi dehan salan mafên wan hatiye bêparkirin, piştevgiriya me kirine.
Yasa dê çend biryarên rûxana rêjîma Beisê betal bike, ku piştî 50 salan ji erebkirinê, dê bi hezaran donim erd ji gelê kurd û tirkmen li Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî û Deşta Nînowa vegerînin. Ji bo me kurdan jî derfeteke girîng e ku di pêşerojê de bi hev re li hemû herêmên veqetandî mafên xizm û hemwelatiyên xwe biparêzin.
Bi vê wesîleyê spasiya nûnerên YNK'ê yên li Bexdayê dikim ku bi dilsozî û xweragiriya herî zêde karîn lihevkirineke neteweyî ji bo derbaskirina vê biryara dîrokî pêk bînin.
Di dawiyê de ez bang li hemû aliyan dikim ku bi ruhekî niştimanî û Kurdistanî bi hev re kar bikin ji bo bidawîkirina zilma rejîma berê ya li ser gelê me, yekrêziya me sembola hêza me ye û em bi hev re gavên mezintir bavêjin.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

