Dijî terorê bi beşdariya Hevpeymaniyêoperasyoneke stratejîk encam da
Kurdistan 09:52 AM - 2025-01-20
PUKMEDIA
Logoyên hêzên dijî terorê
Hêzên Dijî Terorê (CTG), Dezgeha Dijî Terorê ya Êraqê (ICTS), û Hêzên
Hevbendiyê (CJTF OIR) operasyonek bi kalîte pêk anîn ku veşartgehên terorîstan
wêran kirin.
Li gorî daxuyaniya Dezgeha Dijî Terorê ku wêneyek jê
gihîştiye destê PUKMEDIAyê got: Operasyon di çarçoveya xebatên paqijkirina
herêmê ji bermahiyên terorîstan de ji aliyê hêzên hevbeş ve bi awayekî serkeftî
hat lidarxistin di bin çavdêriya Rêvebirê Giştî yê Hêzên Dijî Terorê (CTG)
birêz Wehab Helebceyî.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "Operasyon bi
hemahengiyeke bilind di navbera hêzên Dijî Terorê (CTG) û Dijî Terorê Êraqê
(ICTS) û Hêzên Koalîsyona Navdewletî (CJTF OIR) pêk hat, di encamê de çend
navend û veşartgehên terorîstan hatin dîtin.
Li gorî daxuyaniyê, vê operasyona hevbeş "derbeke giran
li şiyanên terorîstan xist û bû sedema lawazbûna binesaziya lojîstîkî ya
bermahiyên komên terorîst li herêmê.
Ev operasiyona han di çarçoveya hewlên berdewam bo parastina
asayîş û aramiya deverê û parastina mal û canê welatiyan tê. Hêzên Dijî Terorê
û hevkarên xwe yên herêmî û navdewletî tekezî li ser berdewamiya hewlên xwe bo
jinavbirina terorê û rûbirûbûna her metirsiyek li ser ewlehiya herêmê dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

