Dîlan Xefûr: Êraq û Birîtaniya pirsa koçberan gotûbêj dikin

Îraq 11:32 AM - 2025-01-15
Civîna Serokwezîrê Êraqê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Taybet

Civîna Serokwezîrê Êraqê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê

Êraq Koçber


Serokwezîrê Êraqê û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li ser mijarên enerjî, koçberî, vekişîna hêzên hevpeyman ji Êraqê û şerê li dijî terorê gotûbêj kirin.

Seroka komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Êraqê Dîlan Xefûr ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Em li Londonê beşdarî civîna şanda Êraqî ya bi serokatiya serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanî ligel Wezîrê Derve yê Brîtanyayê bûn, ku tê de pêwendiyên Êraq û Brîtanya li ser astên curbicur bi taybet di Pirsgirêkên enerjiyê û mijarên koçberiyê hatin gotûbêjkirin.

Vekişîna hêzên hevpeyman ji Êraqê, şerê li dijî terorê û rewşa Sûriyê mijarên din ên civînê bûn û her du alî li hev kirin ku ji bo aştiya navçê kar bikin.

Roja 13-1-2025 Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeye Sûdanî di bersivdanîna vexwandina fermî ya Serokwezîrê Brîtanya de sardana Keyaniya Yekbûyî kir û bi padşaha Birîtaniya û serokwezîr û berpirsên  din ên wî welatê re hevdîtin kir.

Ofîsa serokwezîriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Sûdanî li Brîtanyayê çend hevdîtin pêk anîn, ya herî girîng ji van hevdîtina padîşah û serokwezîr Keir Starmer e û ji bilî hevdîtina bi hejmarek ji rayedarên payebilind ên hikûmeta Brîtanyayê re.



PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike