3 kes bi sûca bazirganiya mirovan hatin girtin

Kurdistan 09:47 AM - 2025-01-15
Logoya Asayîşê PUKMEDIA

Logoya Asayîşê

Asayîş

Saziya Asayîşê ya Herêma Kurdistanê derbarê girtina 3 kesan de bi tohmeta bazirganiya mirovan û veguhestina neyasayî ya penaberan bo Brîtanya û Ewropayê ragihand.

Saziya Asayîşê di daxuyaniyekê de ku gihiştiye PUKMEDIA`yê ragihand: Di operasyoneke asayişê de hêzên Rêveberiya Giştî ya Asayîşê li Silêmaniyê bi hemahengiya Rêveberiya Giştî ya Asayîşê li Hewlêrê û Dijî Tawanan Niştimanî a Brîtanyayê 3 kesên ku bi rêyên neyasayî veguhestibûn Brîtanya û Ewropayê girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Operasyon piştî xebatên berfireh ên şopandin, kontrolkirin û komkirina agahiyan, û piştî derxistina biryarekê ji aliyê dadwerê lêkolînê li Saziya Asayîşê hat kirin, ku tê de hemû endamên bendê hatin girtin û niha di bin lêpirsînê de ne.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket