Serok Bafil: Derengxistina mûçe êdî nayê qebûlkirin
Kurdistan 09:44 AM - 2025-01-13
PUKMEDIA
Civîna serok Bafil Celal Talebanî
Bi beşdariya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil
Celal Talebanî, Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê li Koşka Hikûmetê ya li Bexdayê
civîna xwe ya asayî lidar xist.
Li gor zanyariyên berdest, di hevdîtinê de Serok Bafil Celal
Talebanî bi awayekî eşkere û bi tundî behsa pirsgirêka karmendên Herêma
Kurdistanê û derengketina debara jiyana welatiyan û mûçeyên darayî yên Herêmê kir
û nêrînên xwe ji bo çareserkirina vê pirsê bi yekcarî pêşkêş kir. Di civînê de bi
hemû eşkereyî ve amaje bi amadebûyan kir û got: Em dixwazin li ser pirsgirêkê
gotûbêjeke zelal û cidî bikin, da ku bizanin sedema sereke çi ye, ji ber ku ji
niha û pê ve nayê qebûl kirin ku mûçe û debara hevwelatiyan bi nakokiyên siyasî
re were tevlihevkirin, ji ber ku li gor destûrê divê mafên karmendan li Herêma
Kurdistanê jî wek hemû karmendên Êraqê bê parastin. Divê mûçe di heman demê de
bi awayekî wekhev bên dabeşkirin û welatiyên me ji mûçeyên xwe bêpar nemînin.
Li gor zanyariyên berdest, Serok Bafil Celal Talebanî jî di
wê hevdîtinê de got: Ji niha û pê de bi hincetên cuda yên siyasî paşxistina
mûçeyên karmendan û destwerdan li ser debara jiyana hemwelatiyên me nayê
qebûlkirin divê ev kêşe bi yekcarî bê çareserkirin û em bi hevwelatiyên xwe re
rastgo bin.
Agahiyan amaje bi wê yekê jî kirin ku Serok Bafil ev peyam gihand
nûnerên dewletan û serkirdeyên siyasî li Êraqê daku ev dosya nebe dosyayek
siyasî û hevwelatî nebin qurbaniya wê yekê, û daxwaza pabendbûna bi biryara
dedgeha federal kir da ku pirsa mûçeyan bi yekcarî were çareserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

