Salvegera damezrandina Kurdistana Nû pîroz be

Kurdistan 06:42 PM - 2025-01-11
Logoya Kurdistana Nû PUKMEDIA

Logoya Kurdistana Nû

Rêbaza Serok Mam Celal

Edîtor, rojnamevan û xebatkarên rojnameya Kurdistan Nû ya hêja

Bi helkefta salvegera yekemîn hejmara rojnameya Kurdistana Nû, bi germî pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re di vî karê pîroz de dixwazim.

Kurdistana Nû  wek yekemîn rojnameya rojane piştî serhildanê, salên dirêj bû çavkaniyeke girîng a agahdarkirina gelê Kurd li ser guhertinên siyasî, civakî û hizrî li navçe û cîhanê. Ji bo rojnamegeran jî dibistaneke girîng bû.

Ji ber vê yekê mafê we heye ku hûn bi dîroka ronak a rojnama xwe serbilind bin, lê ya girîngtir jî, ji bo parastina vê pêgeha geş, bi karanîna ezmûna rojnameyên navdar ên cîhanê, zêdetir bixebitin û xwe bi rewşa nû ya rojnamegeriyê ve biguncînin.

Baweriya me bi şiyan, dilsozî û şarezayiya we heye û em di wê baweriyê de ne ku hûn dikarin bi nûjenî û adaptekirina rewşa nû ya rojnamegeriyê xizmeta rojnamegeriya kurdî bikin û pêgeh, nav û dengê Kurdistan Nû bi baştirîn şêwe biparêzin.

Qubad Talebanî

Serokê Buroya Sekreteriya Serok Mam Celal

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket