YNKê: Daxwaza Herêma Kurdistanê dê ji Bexdayê re were şandin
Kurdistan 03:57 PM - 2025-01-11
PUKMEDIA
Harem Kemal Axa
Piştî çar saetan civîna di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsê Fraksyonên û wezîrên Kurdistanî li Bexdayê bi dawî hatin û Serokê Fraksiyona YNKê jî got: “Di civînê de biryar hat dayîn ku Kurd bi yekdengî daxwaza mafên xwe yên salan bê bikin, divê hikûmeta Iraqê pişka Herêma Kurdistanê bişîne, ne ku mûçeyan bişîne.Serokê Fraksiyona YNKê got:“Biryarên civînê dê di çarçoveya daxwazê de pêşkêşî hikûmeta Iraqê û aliyan bê kirin û helwesta Kurdistanê jî bi zelalî derbarê mafên wan de bê ragihandin.
Ji bo parastina mafên Kurdan yekîtî pêwîst e
Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Harem Kemal Axa ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:“Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşek ji serkirdeyên fraksyonên Kurdistanî yên li Bexdayê tekez li ser wê yekê kirin ku divê kurd li Bexdayê yekrêz bin, bi taybetî li ser mafên gelê Herêma Kurdistanê.’’
Herem Kemal Axa got: “Hemû hevbîr bûn ku bûdce di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de mûçe garantî bike û her madeyeke bûdceyê ku were guhertin, guh bide daxwazên kurdan.’’
Pirsgirêka parê herêmê di sala pêş de
"Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye, bûdceya sala 2025ê ji Herêma Kurdistanê re bişîne, ne mûçe, ji ber ku li gorî destûrê Herêma Kurdistanê pêkhateyeke destûrî ye û divê weke herêmeke Iraqê bê nirxandin."
“Li gor raporta Wezareta Darayî, hikûmeta Iraqê %7 wek pişka herêmê şandiye, lê li gorî serjimêriya herî dawî ya nifûsa Iraqê ku par li Iraqê hatiye encamdan, hejmara rûniştvanên herêmê zêdetirî %14 e ji nifûsa giştî Iraqê .”
Herêma Kurdistanê daxwaza vegerandina hinartina petrolê dike
“Yek ji mijarên din ên girîng ên civînê jî mijara hinartina petrola Herêma Kurdistanê bû.Pêwîste hikûmeta Iraqê lezê bide hinartina petrola Herêma Kurdistanê, ku dê ziyanên Iraqê ji hinartina petrolê kêm bike û dikare mafên darayî yên herêmê li gorî mafên xwe misoger bike."
Wî got: “Ne şandina dahata navxweyî bo Iraqê bi wê yekê ve girêdayî bû ku hikûmeta Iraqê erkên xwe li hember Herêma Kurdistanê cîbicî nekir.Herêma Kurdistanê dahat li ser kêmbûna mûçe xerc kiriye. Bi baweriya me ne tenê li Bexdayê, li Herêma Kurdistanê jî yekrêziya di navbera partiyan de girîng e, daku di dawiyê de yekrêziya Kurdan li Bexdayê derbikeve."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

