Emar Hekîm: Divê nûner li ser biparêzgehbûna Helebce deng bidin
Kurdistan 11:01 AM - 2025-01-08
PUKMEDIA
Emar Hekîm li Helebce
Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî birêz Emar Hekîm bang li
Civata Nûneran kir ku deng li ser yasaya biparêzgehbûna bajarê Helebce wek
parêzgeha nû ya Êraqê bide.
Rêzdar Emar Hekîm îro Çarşemê serdana bajarê Helebceyê kir û
di civîneke rojnamevaniyê de got: Me li ser giyanê şehîdên Helebce û hemû
şehîdên Êraqê dua kir û di serdana xwe de tace gulan danî ser bîranîna şehîdên
Helebce.
Got jî: Tawanên Helebce destdirêjî li ser mirovatî û tawanek
e ku divê bê zanîn û naskirin, me xelkê Helebceyê bi taybetî jî nifşên nû
berpirsyar dît, ji ber ku cîhan zêdetir hay ji Helebçeyê nîne Sûc wê demê rastî
dorpêçeke medyayî hat û me rola hezkiriyê Êraqê birêz Ebdulezîz Elhekîm (Quds
sira) bi bîr xist di danasîn û belgekirina vê tawanê û hemû tawanên rêjîma berê
di nav dezgehên navdewletî de, heta niha jî tawana Helebce bi şêweyekî ku li
gor mezinahiya wê be, nehatiye naskirin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîstiya Helebce bi navendên
tendirûstiyê, derûnî û jîngehparêziyê heye, me pesna geşepêdana bajarokan da û
wek parêzgeheke Êraqî daxwaza dengdanê li ser wê kir, ku dê terxankirina wê
zêde bike û derfetên sermayeguzariyê peyda bike. Ev yek ji bo malbatên şehîdan rûmeteke
herî baş nîşan dide.
Wî got: Hebûna me li vê derê û serdana me bo vî bajarî,
hevxemiya me ji bo şehîdan û hevxemiya me bi xelkê Helebce re jî peyama aştî û
pêkvejiyana xelkê ye.
Got jî: Bêdadperwerî û zordarî taybetmendîyên rêjîma berê
ne, û me daxwaz kir ku tawan di wijdanê mirovatiyê de zindî bimîne û ders jê
derbikeve da ku tawanên wiha careke din dubare nebin. Me serkirdayetiya xwe ya
tîmeke ku şehîdên tawanê yên wê demê li nexweşxaneyên Tehranê bi kişandina
wêneyan û tomarkirina zanyariyên şehîdan belge kiribûn bi bîr anî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

