Serok Bafil: Armanca me aramiya herêmê ye
Kurdistan 10:54 PM - 2025-01-07
Ofîsa ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil û Ammar Hekîm dicivin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha Mekteba Siyasî ya YNKê li Silêmaniyê pêşwaziya Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî (Hikme) birêz Ammar El Hekîm kir.
Di civînê de ku endamên Mekteba Siyasî ya YNK’ê Refaat Ebdullah û Nizar Amedî jî amade bûn, tekez li ser girîngiya yekxistina hewlên niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û çareserkirina astengiyên li pêşiya pêşketina siyasî kirin, hate kirin.
Her du alî tekez li ser çareser kirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya destûr û rêkeftinên siyasî kirin, her wiha handana diyalog û têgihiştinê di navbera hevkarên hikûmetê de ji bo dabînkirina çareseriyên yasayî, piştgîriya serkeftina bernameya xizmetguzariya hikûmetê û bihêzkirina saziyên destûrî kirin.
Her wiha di hevdîtinê de rewşa Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriyê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya nehiştina aloziyan û xurtkirina helwestek yekgirtî di navbera hemû aliyan de ji bo parastina aramiya herêmê hate kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî helwesta YNKê ya derbarê mijarên cuda de eşkere kir û wiha got: “Em bi awayekî bêwestan ji bo avakirina hikûmeteke dadperwer û xizmetguzarî ku pêwîstiyên welatiyan esas bigire kar dikin. Em pabend in li ser parastina mûçeyên karmendan û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dûr ji nakokiyên siyasî û dîtina çareseriyên berfireh li gorî biryarên Dadgeha Bilind a Federalî.”
Di derbarê geşedanên Rojhilata Navîn de jî Serok Bafil got: Em ji nêzîk ve bûyeran dişopînin û pêşwaziya hemû hewlên ji bo pêşxistina aştî, aramî û asayîşa navçeyê dikin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

