Ammar Hekîm serdana mezargeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 08:09 PM - 2025-01-07
Tayîbet
Ammar Hekîm li ser gora Serok Mam Celal
Serokê Tevgera Hîkme Semehatî Seyîd Ammar Hekîm li Dabaşana Silêmanî serdana mezara Serok Mam Celal kir û got:’’ Em bi helwestên Serok Mam Celal serbilind in.’’
Semehatî Seyîd Ammar Hekîm di deftera mezargeha Serok Mam Celal de wiha dinivîse: "Dema ku em serdana parêzgeha Silêmaniyê dikin, em berê xwe didin aramgeha Mam Celal bi saxî yan jî mezargeha wî.Ev rêzgirtineke mezine ji bo rêberê niştimanî yê kurdî û Iraqê ye, bîranîna pêgehên wî yên zindî di şerê li dijî dîktatoriyê û avakirina sîstemeke nû ya demokratîk, sembola yekitiya neteweyî ya mezin û em bi wî serbilind in."
Rêberê Tevgera Hîkme di bîranînê de wiha got:"Ev derfetek e ku em peywendiyên me yên dîrokî yên ligel wî û birayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi bîr bînin."
Di vê navberê de Ammar Hekîm di serdana xwe ya li ser gora Serok Mam Celal de wiha got:"Me berê serdana Serok Mam Celal dikir, dema ku ew sax bû, û niha jî piştî koça dawî ya wî serdana mezargeha wî dikin, ji bo ku em spasiyên xwe pêşkêşî rêberê neteweyî yê kurdên Iraqê bikin û pêgehên wî yên zindî di şerê li dijî dîktatoriyê û avakirina sîstemeke nû ya demokratîk de bi bîr bînin."
Her wiha got:“Serok Mam Celal sembola yekrêziya niştimanî û kesayetiyeke mezin a niştimanî bû, ku em şanaziyê bi wê yekê dikin û ev serdan derfetek e ku em pêwendiyên dîrokî yên ligel wî û birayên YNKê bi bîr bînin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

